أخبار الموقع

عمليات لابطال الكريلا في مناطق باكور كردستان مقتل وإصابة العشرات من جنود الاحتلال التركي

عمليات مكثفة للكريلا على مواقع الاحتلال التركي في مناطق جولميرك و ديرسم و وان مقتل وإصابة العشرات من عناصر الاحتلال التركي 

HPG'ê têkildarî çalakiyên li Dersim, Wan û Colemêrgê daxuyanî da

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê bîlançoya şer û çalakiyên gerîla yên li Zap, Serhed, Dersim, Zagros û Amedê ragihand.




NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê çalakiyên ji Zapê ta bi Serhedê bi berfirehî daxuyand.

Daxuyaniya di malpera Navenda Ragihandina ya HPG’ê de wiha ye;

Herêma Zapê

"Artêşa TC’ê ya dagirker 16’ê Hezîranê saet 21.30’î bi ser herêma Zapê ya Qadên Parastinê ya Medyayê de operasyoneke dagirkirinê da destpêkirin, di encama vê operasyonê de şer dest pê kir û şerê ku dest pê kirî hê jî berdewam dike.

Rûdana operasyonê ya bi maweya 24 saetan û kitekitên wê wiha ne;

19’ê Hezîranê saet 11.00’an hêzên me leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li girê Şehîd Munzur ji xwe re kirine armanc û ji nêz ve li wan xistine, di encamê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Heman rojê saet 13.00-14.00’an yekîneyeke dijmin xwestiye ku li girê Şehîd Munzur tevbigere hêzên me dîsa ew kirine hedef û li vir jî 2 leşker hatine kuştin.

Dîsa heman rojê saet 11.00’an bi ser yekîneyeke dijmin de li sirtên Gijnê çalakiyek li dar xistine û di encamê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker 19’ê Hezîranê berêvarî qad bombe kirine û di heman demê de artêşa TC’ê ya dagirker saet 18.30’an bi helîkoptêrên Skorskyê ji girê Koordîne leşker danîne girê Şehîd Xeyrî. Hêzên me leşkerên ku hatine danîn ji xwe re kirine hedef û ji nêz ve derb li wan xistine. Di vê çalakiyê de 4 leşker hatine kuştin û gelek leşker birîndar bûne. Artêşa TC’ê ya dagirker heta saet 22.00’an mirî û birîndarên xwe bi helîkoptêrên skorskyê ji qadê rakirine.

Dijmin piştî derbên ku xwarî qada Karker û gundê Saca daye ber bombeyan. Operasyona dagikeriyê hê jî berdewam dike û encamên wê her ku zelal bûn bi raya giştî re wê werin parvekirin.

Eyaleta Serhedê

Di nav çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de ku li Eyaleta me ya Serhedê dest pê kirî, hêzên me 18’ê Hezîranê saet 18.30’an bi ser Çaldêranê de çalakiyek pêk anîne. Bi ser wesayita zirxî ya kobrayê de, ya artêşa TC’ê ya dagirker ku ji navenda Çaldêranê ber bi qereqola Kevirê Şamiyan ve diçû li nêzî gundê Sariksuyê çalakiyek hatiye kirin, ji nêz ve derb li wesayitê hatiye xistin û rûxandin. Piştî çalakiyê bi mebesta mudaxeleyê wesayita bi tîpa akrêpê hatiye û hêzên me derbe li wê jî xistine. Di encamê de çend leşker û polîs hatine kuştin diyar nebûye.

Ev demek bû ku leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker gef li gundiyên Hêdik ê Licê ya Amede dixwarin û niha zextê dikin da ku gundî gundiyên xwe berdin. Piştî ku gundiyan gundê xwe bernedan artêşa TC’ê ya dagirker 19’ê Hezîranê di navbera 21.00-22.00’an de bi obûs û hawanan qada gund û mezrik bombe kirine.

Çalakiyên li Colemêrgê

Di nav Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Gever a Colemêrgê û Şemzînanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker gelek çalakî pêk anîne.

Hêzên me yên YJA Starê 19’ê Hezîranê saet 15.00’an li Geverê, li nêzî gundê Rêzan bi ser leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker de çalakiyên siûqastê pêk anîne. Di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin û birîndar bûne diyar nebûye.

19’ê Hezîranê saet 11.30’an li Şemzînan, Xapûşkê bi ser yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker de çalakiya siûqastê pêk anîn, di encamê de 2 leşker hatine kuştin.

Hêzên me 17’ê Hezîranê saet 09.00’an li Şemzînanê, li nêzî qereqola Dizgê û derdora wê bi ser leşkerên di tevgerê de çalakiyek pêk anîne. Di encamê de 3 leşker hatine kuştin û 1 leşker jî birîndar bûye.

Heman roje saet 09.30’an li Şemzînanê di navbera qereqolên Bêzok û Dizgê de hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker li hev rast hatine û bi hêzên dijmin re ketine nav şerekî. Di vî şerî de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nabûye. Di vî şerî de hevalekî me bi lehengî şer kiriye û şehîd bûye.

Agahiyê sicîlê yê hevalê me yê şehîd wiha ye;

Navê Kod: Hawar Pîro
Nav Paşnav: Perushan Aslan
Cihê Bûyinê: Wan
Navê Dê û Bav: Hizret - Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê : 17 Hezîran 2017 / Colemerg



18’ê Hezîranê hêzên me yên YJA-STAR’ê yekîneyeke xef a artêşa TC’ê ya dagirker a li zinarên Şehîd Delîl a Nazimiyê ya Dersimê kirine bin kontrala xwe, piştî ku demeke dirêj hêzên me yekîneya dijmin şopandine saet 18.20’an bi ser wan de çalakî pêk anîne, di encamê de mewziyeke dijmin hatiye tinekirin, 4 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkoptêra skorskyê kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine, qereqolên li herêmê jî nêzî 2 saetan herêm bombe kirine. Hêzên me bi sax û silamet li cihên xwe vegeriyane.

Êrîşên Hewayî

19’ê Hezîranê saet 19.00-21.00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker qada Deşta Kafya ya herêma Garê ya Qadên Parastinê ya Medya bombe kirine."

ليست هناك تعليقات