أخبار الموقع

الكريلا تكشف سجل 4 مناضليها فقدو حياتهم في ولاية وان



قوات الكريلا تكشف سجل 4 مناضليها فقدو حياتهم في ولاية وان باشتباكات ضد الاحتلال التركي
النص بالكامل بالغة الكردية:
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya
HPG’ê, diyar kir ku di 27’ê Gulanê di şerê li navçeya Şax a Wanê qewimî de, berevajî îdîayên artêşa Tirk a ku dibêjin 10 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane, tenê 4 gerîla jiyana xwe ji dest dane.

Daxuyaniyta HPG’ê wiha ye:

“27’ê Gulanê saet 22:00’an, balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Geliyê Tizîzê yê girêdayî navçeya Şax a Wanê bomberdûman kirine. Piştî êrîşî dîsa mîna her demê çapemeniya şerê taybet ê artêşa Tirk îdîa kiribû ku 10 gerîla gihiştine şehadetê.

Di vê bomberdûmanê de tenê 4 hevrêyên me şehîd bûne. Ji ber şert û mercên şer ên herêmê agahiya têkildarî nasnameyan dereng gehiştin me. Nasanameya 4 hevrêyên me yên ku şehîd bûne wiha ne;



Nasnav: Bedran Yoldaş

Nav û Paşnav: Metîn Ozdemir

Cihê Jidayikbûnê: Erzirom

Navê Dayikê - Bav: Halîse - Hayrettin

Cih û Dîroka Şehadetê: 27Gulan 2017 / Wan

***



Nasnav: Demhat Faraşîn

Nav û Paşnav: Abdurrahîm Aslan

Cihê Jidayikbûnê: Şirnex

Navê Dayikê - Bav: Perîhan - Fetah

Cih û Dîroka Şehadetê: 27Gulan 2017 / Wan

***



Nasnav: Rubar Welat

Nav û Paşnav: Sînan Altunkopru

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayikê- Bav: Fazîlet - Burhan

Cih û Dîroka Şehadetê: 27Gulan 2017 / Wan

***



Nasnav: Simko Koçer

Nav û Paşnav: Mustafa Uras

Cihê Jidayikbûnê: Bedlîs

Navê Dayikê - Bav: Fatma - Muhsîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 27Gulan 2017 / Wan

ليست هناك تعليقات